Dêlêgasîya fransî li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê qesidîye
Dêlêgasîya fransî, nava teşkîla kîjanêda bûne serokê “Fonda Danîyêl Mîtêran”-ê Jêrêmî Çomatîyê, seroka organîzeya URD-ê Vêronîka dê Krovê, usa jî endamên “Fonda Danîyêl Mîtêran”-ê Fîlîp dê Kalîmar û Korîn Bosêr, li bajarê Kamişloyê rastî wekîlên admînîstrasîya otonome pêwandîyên der hatîye.Dêlêgasîya ji alîyê serokê admînîstrasîyayêye pêwandîyên der Ebdul Kerîm Omar û cîgirên wî Fanar Kayt û Adîr Êlîya da hatîye qebûlkirinê. Alîya gelek pirs, yên girêdayî krîzeya Sûrîyayê û tevbûna admînîstrasîyayêye tevî prosêsa sîyasî gotûbêj kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî civaka navnetewî gerekê borcdarîyên xweye bona birina zarokên kirêkirîyên DAÎŞ-ye li qampên li Sûrîyayê biqedîne, çimkî hazirîya zarokaye nava atmosifêra têrorîstîda qezîyayê bona civakê raber dike.Xêncî wê yekê pirsên derheqa prosêsa sîyasî, halê êkonomîkî û koordînasîyayên di navbera admînîstrasîya otonom û civaka navnetewîda hatine gotûbêjkirinê.