Sereke
Nîkol Paşînyanê bi seredana xebatê here Parîzê û Bryûsêlê
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan 1-2-ê hezîranê wê bi seredana xebatêva li Fransîyayê û Bêlçîkayêbe.Hatîye ragîhandinê, wekî 1-ê hezîranê Nîkol Paşînyanê li Parîzê rastî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, serokê parlamêntê Rîşar Fêran û sedirê Sênatê Jêrar Larşê bê. 2-ê hezîranê Paşînyanê li Bryûsêlê rastî sedirê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl bê. Têra tê dîtinê, wekî ewê usa jî rastî serekwezîrê Bêrçîkayê Alêksandr dê Kro bê.