Sereke
Şarl Mîşêl tabîya ermenîye bona helkirina pirsgirêka li ser sînorê ermeîya-azêrîyaye bi rîya edil silav kirîye
Nava doranên seredana xebatêye li Bryûsêlê borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî sedirê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hatîye.Wextê qisa derbazbûyî, tevbûyên rasthatinê şuxulkarîya hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine.Şarl Mîşêl werguhastinên nava van hersê salên dawîda silav kirîye. Borcbirê serekwezîr derheqa halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya raber kirîye.Ewî derheqa pêwîstîya dayîna bersiva civaka navnetewîda, ya hindava şuxulkarîyên Adirbêcanêye provokasîyonda, paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerîda, girîng hesab kirîye.