Sereke

Hene hêzên ji der, yên ku dixwezin encamên hilbijartinên me “binivîsin”: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê  Ermenîstanê Nîkol  Paşînyan tiştekî şikber hesab dike, wekî piştî elametîya wîye derheqa kifşkirina hilbijartinada, du roj derbaz bûne, û bûyarên li ser sînoraye li Syûnîkê û Gêgarkûnîkê qewimîne.

“Ez bawarîya  xwe tiştên wî cûreyî naynim ez dixebitim guhdarîyê nedime ser, lê hene tişt wekî yên şikberin. 1O-ê gulanê ez elam dikim, wekî parlamênt belav dibe û ew yek dide kifşê, wekî hilbijartinên parlamêntîyê hene û 12-ê gulanê bûyarên li Syûnîkê û Gêgarkûnîkê diqewimin. Tiştekî ber çevaye wekî hene qewat, yên ku dixwezin encamên hilbijartinên me “binivîsin” ”,- Paşînyan gotîye.

Ewî serda  zêde kirîye, wekî halekî bi qezîyaye û bang kirîye ku hişyarbin, qewînbin û yekbûyîbin.  Borcbirê serekwezîr daye bawarkirinê, wekî cimet çi cûreyî dengê xwe bide, encam wê usa jî rast bêne kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button