Sereke

Rêaksîya Avroparlamêntêye li ser gotina derheqa qedexekirina HDP-êda

Wekîlê mehkema Tirkîyayêye dewletê, gunehkarkirina dawîye derheqa qedexekirina şuxulkarîya HDP-êda raberî mehkema konstîtûsîyon kirîye. Nava qirara gunehkarkirinêda HDP tevî PKK-ê tê himberîhevkirinê û ew nava teribandina yektîya dewleta tirkada tê gunehkarkirinê. Anegorî wê qirarê bang tê kirinê, ku şuxulkarîya 5OO endamên HDP-ê bê qedexekirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî hemû hesabên partîyayê gerekê bêne qerimandinê. Hîvîyêne, wekî nava wedê nêzîkda mehkema konstîtûsîyon wê qirara xweye derheqa wê yekêda qebûlke. Parlamêntvanên Avropayê dîsa nama girêdayî wê yekêra dişînin û dijî wê qirarê protêsto dikin. Cêrge parlamêntvana derheqa wê yekêda dane dîyarkirinê. Bi gotina parlamêntvana, wî cûreyî nikarin Tirkîyayê nêzîkî Avropayêkin. Hatîye dîyarkirinê, wekî eva êrîşa nûye, ya dijî dêmokratîya tirka.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button