Sereke
Hazirîya rûsîye leşkerîye li Syûnîke hatîye qewatkirine : Kopîrkîn
Rûsîyayê hazirîya xweye leşkerîye li qeza Ermenîstanêye Syûnîkê daye qewatkirinê. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye. Bi gotina Kopîrkîn ji nehîyên Rûsîyaêye cuda-cuda hêzên sînorxweykir anîne bona ku bikaribin li beşên sînore problêmatîk bêqezîyabûnê bidine çareserkirinê. Hîmlî li ser beşên rêyên Gorîs-Davît Bêkê û Kapan-Çakatênê çend postên sînorxweykirina hatine cîhwarkirinê. Hîmlî kontrola tênîkî û ya lênihêrandinê tê mîyaserkirinê. Tevgirêdana transportê pêra jî tê mîyaserkirinê.Bayloz bi xwe çûye li cîhên tabîyên sînorxweykirên rûs û ermenî. Bi tevbûna rûsa hevraxeberdan tevî alîyê Adirbêcanê hatine derbazkiritnê.