Sereke

“Sivdera Zangêzûrê” wê tunebe

Dikevine nava dêklarasîyayê usa jî xalên derheqa “sivderê Zangêzûrê”. Derheqa wê yekêda Elîyêv li Şûşîyê gotîye û  daye dîyarkirinê, wekî ew yek nava encamê şerê Qerebagêyî duemda bû. “Em piştgirîyê didine girîngîya sivdera Zangêzûrê, ya ku dikare nava doranên sivdera rohilatê û rojavayêda bê xebitandinê”,- Êrdogan gotîye.Wa gotî “sivdera Zangêzûrê” Ermenîstanê ji Îranê dide qetandinê. Têhranê gelek cara elam kirîye, wekî ew yek tiştê qebûlkirinê nîne û van axirîya pêşnîyarî Bekûyê kirîye ku Nexçêvanê nava  Îranêra Adirbêcanêva bide girêdanê. Bekûyê ew yek hesab hilnedaye û wî cûreyî anîye ber çeva wekî merem ne ku tevgirêdana tevî Nexçêvanêye, lê ewe, ku Îranê ji Ermenîstanê bide qetandinê. Şiroçîyên Bekûêye sîyasî dibêjin, ku heger rûs ermenîya mecbûr nakin, ku ew “sivdera  Zangêzûrê” vekin, wî çaxî bo çi rûs lazimin. “Pirsa  “sivdera Zangêzûrê” pirsa ermenî nîne. Sivder gerekê ji alîyê Rûsîyayêda bê kontrolkirinê. Heger sivder venebe, wî çaxî mîsîya rûsî wê biteribe”,- ew dibêjin.Sivdera Zangêzûrê wê tunebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button