Sereke

Arsaxê tu cara mayîna xweye nava teşkîla Adirbêcanêda qebûl neke: Artak Bêglaryan

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan dide bawarkirinê, wekî serokatîya Arsaxê û cimeta wê wê tu cûreyî bûyîna Arsaxêye nava teşkîla Adirbêcanêda qebûl neke. Derheqa wê yekêda Bêglaryan wextê prêss-konfêransa onlayn gotîye û bersiva wê pirsê daye ku gelo Arsaxê  nava teşkîla Adirbêcanêdabe yan na.

«Bêguman, qewilên me diha giranin ne ku yên pêşîya şêr, lê ew yek nade kifşê, wekî mecalên me tunene ku em şerkarîyê bikin.Rîya me diha dirêj tê kifşê, lê mecalên meye zêde hene ku em parastina mafê xweqirarbûna xwe teşkîlkin»,- Bêglaryan gotîye.

«Prînsîpa naskirina mafê xweqirarbûnê maye û civaka navnetewî, koma Mînskê, vê yekê baş fem dikin.Bona wê yekê jî em şerkarîya xweye wî alîda berdewam dikin.Ermenîstan jî gerekê  cedandinên praktîk bide xebatê. Li me guman heye wekî pêşerojêda pêşkeftina baş wê hebe»,- Bêglaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button