Sereke

Parlamênta Nîdêrlanda kuştinên êzdîyaye bi massayî çawa komkujî nas kirine

Parlamênta Nîdêrlanda kuştinên bi massayî, yên ku DAÎŞ-ê hindava ola êzdîya mîyaser kirîye, çawa komkujî û xirabkarîyên dijî merivatîyê nav kirîye. Piranîya parlamêntê dengê xwe daye parlamêntvana Nîdêlanda Anna Kwîkê. Parlamênta Avropayê, Şêwira Avropayê û palata Ştatên Yekbûîye Wekîla îdî ew kirinên beyantîye dijî êzdîya, mesîhîya çawa komkujî nav kirine. Parlamênta Nîdêrlanda jî wî cûreyî tabîya xwe da kifşê û hukumê navnetewî da zêdekirinê.Xêncî wê yekê çar rêzolyûsîyayên mayîn jî hatine qebûlkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî dengên êzdîya gerekê wextê prosêsên mehkemêye dijî DAÎŞ-ê, gerekê bêne bihîstinê û mafê wanî bona kompênsasîyayê gerekê hebe. Parlamênt dixweze li ser wê pirsê bixebite, ku endamên DAÎŞ-ê li ber cabdarîyê bisekinin.Parlamênt usa jî gerekê piştgirîya dasekinandina Şengalê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button