Sereke
Li Ermenîstanê karantînê bê dirêjkirinê: wezîreta saxlemîxweykirinê
Berdevka wezîreta Ermenîstanêye saglemîxweykirinê Hrîpsîmê Karapêtyanê elamî Spûtnîk Armênîyayê kirîye, wekî karantînê li Ermenîstnê bê dirêjkirinê.
“Em têra dibînin pêşnîyara derheqa dirêjkirina karantînêda raberkin. Derheqa wê yekêda emê başqe elamkin”, – ewê gotîye.
Em bîr bînin, wekî ji 16-ê adara sala 2O2O-da li Ermenîstanê halê qeydeder hatibû elamkirinê, yê ku çend cara hate dirêjkirinê û hetanî 11-ê îlonê kişand.Ji 11-ê îlona sala 2O2O-da jî hukumata Ermenîstanê qirar kir ku rêjîma karantînê hetanî 11-ê çileya sala 2O21-ê dirêjkin.Ew wede jî hate dirêjkirinê hetanî 11-ê tîrmeha sala 2O21-ê.