Sereke
Nava meha hezîranêda hêzên Sûrîya Dêmokratîk nêzîkî 6O endamên DAÎŞ-ê dîl hildane
Nava meha hezîranêda hêzên Sûrîya Dêmokratîk 57 endamên DAÎŞ-ê dîl hildane û dest danîne ser êpce sîlih û mecalên teqandinê.
Nava elametîya merkeza leşkerî û koordînasîyonda hatîye gotinê, wekî ev opêrasîyon bi piştgirîya koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê hatine mîyaserkirinê.Anegorî elametîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk, DAÎŞ mînanî berê li herêmê qezîyayê raber dike û kirinên xweye têrorîstî berdewam dike.
“Meha hezîranêda ji alîyê DAÎŞ-da 11 êrîş hatine mîyaserkirinê, nava encamên kîjanada 23 binelîyên edil û endamên hêzên Sûrîya Dêmokratîk hatine kuştinê û birîndarkirinê.Rûyê teqîna nêzîkî Hesekê, du binelîyên edil hatine kuştinê û zarokek birîndar bûye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.