Sereke
Koalîsîyona navnetewî hêzên Kurdistanêye bêqezîabûnê pîroz kirine
Koalîsyîona navnetewîye bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, gavên hêzên Kurdistanêye Îraqêye bêqezîyabûnê dijî têrorê, pîroz kirine, girêdyî wê yekêra wekî wana pêşîya êrîşên têrorîstîye li Hewlêrê girtine.Şêwira Kurdistanêye bêqezîyabûnê 13-ê tîrmehê elam kiribû, wekî tora DAÎŞ-ye têrorîstî plan kiribû, li Hewlêrê êrîşê bibin ser avayên hukumatê. Feqet pêşda pêşîya wan êrîşa hatîye girtinê.Wekîlê koalîsîyona navnetewî Wêyn Marotto Twittêrêda ew pîrozbahî raber kirîye.