Sereke

Adirbêcanê opêrasîyonên leşkerî li ser sînorên Ermenîstanê destpê kirine

Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî opêrasîyonên leşkerî li ser sînorên  Komara Ermenîstanê, ji Sotkê hetanî Şorja Jorin, destpê kirine. Derheqa wê ykêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine. Opêrasîyonên berfireh destpê bûne, agirkirinên întênsîv tên kirinê.

Ji wezîreta parastinê elam dikin wekî ev opêrasîyon pêşîya hevraxeberdanên li Moskvayê destpê bûne.

«Dijmin dicêribîne tabîyên xwe bide başkirinê û qewilên bona pêşdaçûyînê sazke. Pareskerên Ermenîstanê pirsên pêşîya xwe dianî mîyaser dikin, tabîya diparêzin, îzinê nadin ku dijmin pêşda bê»,- ji wezîreta parastinê elam kirine.

Rûyê vê êrîşêda sê leşkerên ermenî hatine kuştinê, dudu jî birîndar bûne.

Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine, wekî anegorî halê şebeqê seheta  O9:2O-î, alîyê azêrîya zyanê ketine û paşda hatine avîtinê li ser tabîyên xwe. Agirkirin berdewam dibin.

Li ser beşên sînorên ermenîya-azêrîyaye mayîn hal qewîne û bin kontrola hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button