Sereke

Li wezîreta parastinê wekîlên welatên dere leşkerî hatine qebûlkirinê

28-ê tîrmehê, serokê îdara wezîreta Ermenîstanêye parastinêye sîyasîya parastinê û hevkarîya navnetewî, Lêvon Ayvazyan, wekîlên baylozxanên welatên dere li Ermenîstanê qebûl kirine.

Wextê hevdîtinê derheqa opêrasîyonên leşkerîye ji alîyên hêzên Adirbêcanêda destpêkirî hatîye raberkirinê.

Hatîye dîyarkirinê,wekî bona pêşxistina tabîyên xwe, pareskerên azêrîya bi xebitandina mînavêja û sîlihên başqe êrîş birine li ser tabîyên ermenî û wedelû  ew hildane destên xwe.

Nava encamên opêrasîyonên bersivdayînêda, hêzên azêrîya zyanê ketine û paşda hatine avîtinê li ser tabîyên wane berê. Lêvon Ayvazyan gotîye, wekî hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî pirsên pêşîya xwe danî hel dikin û hemû mecalên anegor didine xebatê ku azêrîya bidine zeftkirinê. Guhdarîya wekîlên leşkerî teglîfî li ser wê yekê kirine wekî piştî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, provokasîyona  here berfireh li ser têrîtorîya Ermenîstana serbixwe Adirbêcanê mîyaser kirîye, ya ku bona gundên dor-bera jî qezîya raber kirîye.

Hatîye gotinê, wekî anegorî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î, tabîya Ermenîstanê nehatîye guhartinê û hêzên azêrîya gerekê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin.Hatîye dîyarkirinê, wekî temamîya cabdarîya halê sert dikeve ser alîyê azêrîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button