Sereke

ŞAY û Fransîya hukumên li ser Adirêbcanê mezin dikin: “Komara Ermenîstanê”

Bi firqîya du roja, 23-ê û 26-ê tîrmehê, baylozên hemsedirên koma Mînskê, Fransîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, derheqa pêwîstîya helkirina pirsgirêka Qerebagêda elam kirine.

Bayloza pêşda derheqa pêwîstîya dasekinandina hevraxeberdanên nava dorana koma Mînskêda gotine, û bûyarên li ser sînorên ermenîya-azêrîya wê yekêva dane girêdanê, wekî pirsgirêka Arsaxê hê nehatîye helkirinê.

Bi gilîkî mayîn gotî, ew fikira Adirbêcanê û Tirkîyayê înkar dikin, wekî pirsgirêka Arsaxê hatîye helkirinê.

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîya bi wê yekê bersiva provokasîyayên Bekûêye li ser sînorên ermenîya-azêrîya didin. Ew dibêjin, wekî bi xebitandina qewatê nikarin sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine kifşkirinê, rîya vekin û pirsa statûsa Arsaxê wê neyê helkirinê. Girêdayî bûyarên li ser sînorra, xemgînîya wî cûreyî usa jî Rûsîyayê elam kirîye. Ev şuxulkarî didine kifşê, wekî hukumkirinên navnetewîye li ser Bekûya fermî mezin dibin. Çawa tê gotinê, top deşta Adirbêcanêdane. Gelo Elîyêvê pêşnîyarên dinîya sîvîlîzasîyon qebûlke, yan ewê yazîya Sedem Husêyn, Qedefî, Husnî Mûbarak bibijêre?

Zêdetir nîşan bide
Back to top button