Sereke
Human Rights Watch –ê derheqa dîlên ermenîye li Bekûyê daye dîyarkirinê
Serokê beşa teşkîleta mafparêze Human Rights Watch-ê, ya alîyê Avropayê û Asîya Navîn, Gîorgî Gogîya derheqa dîlên ermenîye li Bekûyê daye dîyarkirinê, yên ku bi cûrê neqanûnî tên mehkemekirinê.
Gogîya gotîye, wekî ew kirinên Adirbêcanê teribandina konvênsîya Jinêvêye sêem e.
«Leşkerên dîlketî gerekê bi statûsa dîlketinê bin û ewana gerekê piştî opêrasîyonên leşkerî bêne paşdavegerandinê»,- Gogîya Tewitter-ê da nivîsîye.