Sereke

Tirkîya dicêribîne dewleta rûsa bide zeyîfkirinê: Rûbên Safrastyan

Tirkîya û Adirbêcan hukumên li Ermenîstanê didine zêdekirinê û dicêribînin ku nava çend pirsên girîngda Ermenîstan berbi berdaxustina here. Derheqa wê yekêda Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye û daye dîyarkirinê wekî ew pirs derheqa statûsa Arsaxê û sînorên Ermenîstanêdanin.

“Em bêjim, wekî nava şerê 44 rojada Tirkîya ew encam nestendin, çi ku ewê têra dîtibû.Ewê bi xwe şer teşkîl kiribû û meremê wê hebû ku halekî usa sazbe, bona ku hêzên rûsa-tirkaye tevayî dora Arsaxê berevbûna, modêla mînanî ya li Sûrîyayê, lê rûsa îzina wê yekê neda. Tirkîyayê hesab kiribû, wekî wî cûreyî mecalê hebûya biketa Ermenîstanê. Ewê dixwest wekî Ermenîstan çawa dewleta serbest tunebûya.Tirka ew yek nestend, çi ku wana dixwest û niha dicêribînin bi destî Adirbêcanê gelek tiştî ji Ermenîstanê biqetînin”,- Rûbên  Safrastyan gotîye.

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotibû, wekî bona zelalkirina pirsgiêkên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda dikarin li ser sînorê ermenîya-azêrîya mîsîya monîtorîngê, ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêkktîv cîhwarkin.Girêdayî vê yekêra Rûbên Safrastyan gotîye wekî organîze gerekê vê pêşnîyarê gotûbêj bike.

“Heger organîze vê carê jî nikaribe şuxulkarîya xwe mîyaserke, bona çi ew hatîye sazkirinê, wî  çaxî ewê pêşeroja organîzeyê bike bin pirsê”,- Rûbên Safrastyan gotîye.

Tirkzan daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya bona herêmên nêzîkî wê û usa jî yên dûr qezîyayê raber dike.Ew usa jî bona Rûsîyayê qezîyaye. Tirkîya dicêribîne dewleta rûsa bide zeyîfkirinê.

“Sîsyasîya Tirkîyayêye li Ûkraînayê, Asîya Navîn,  herêma me, li Balqana  bona wê yekê qulix dike. Xêncî wê yekê li Lîbîyayê, Tirkîya û Rûsîya li alîyên cudane. Rûsîya gerekê fem bike, wekî wedeyê bê, ku ew diha zelal hukumî li ser Tirkîyayê bike”,-Rûbên Safrastyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button