Sêrgêy Lavrov nama pîrozbahîyê Ararat Mîrzoyanra şandîye

Wezîrê Rûsîayêyî karên der Sêrgêy Lavrov nama pîrozbahîyê Ararat Mîrzoyanra şandîye, bo kifşkirina wezîrê Ermenîstanêyî karên derra,bi taybetî wêda tê gotinê:
“Birêz Araratê Samvêl,
Ez bi dilgermî We pîroz dikim, bo kişfkirina wezîrê Ermenîstanêyî karên der.
Ez We çawa serokê parlamênta Ermenîstanê, pêşxistina pêwendîyên di navbera parlamêntên ermenîya-rûsa, bilind qîmet dikim.Ez texmîn dikim, wekî di navbera herdu wezîretên karên derda, hevkarîyê pêş bikeve, kîjan berjewandîyên serekeye bo cimetên Ermenîstanê û Rûsîyayê.
Bawarim, wekî hevkarîya Moskvayê û Yêrêvanê bo çareserkirina pirsgirêka, li ser dikên piralî, projeyên Avrasîyayêye întêgrasîyon, wê alîkarîyê bidin qewînbûn û dostîya ermenîya-rûsa.
Serkeftinê bona qulixa bilind, tendurustîya baş û bextewarîyê dixwezim.
Ez we teglîfî Moskvayê dikim”.