Sereke

Paşînyan: piranîya dîlên me piştî cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs hatine paşdaanînê

Adirbêcanê mandata derheqa aşîtîparêzada hê îmze nekirîye û ew yek eyane,wekî  cêrge kirinên Bekûyê dijî aşîtîparêzên rûs, dijî Qerebagê û qewînbûna li Qerebagêne. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.

Bi gotina wî, ew yek xemgînîyê pêşda tîne wekî li Adirbêcanê propaganda mezin dijî aşîtîparêzên rûse li Qerebagê tê derbazkirinê. “Bi fikira min, cezakirina welatîyên meye dîlketîye li mehkemên azêrîya bona wê yekê ye, ku mîsîya rûsaye aşîtîparêzî bêhurmet bikin. Pirs ew e wekî piranîya welatîyên meye li mehkemê cezakirî piştî 9-ê mijdarê, piştî cîhwarkirina aşîtîparêzên rûs dîl ketine û ew yek li zonayên cabdarîya wan qewimîye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button