Sereke

Ararat Mîrzoyanê 31-ê tebaxê here Moskvayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê 31-ê tebaxê bi seredana xebatêva here Moskvayê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine.

“Eva seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên derî ewline, ya piştî kifşbûna vê qulixêda. Têra tê dîtinê wekî herdu wezîr wê gavên pêşxistina tifaqa rûsa-ermenîyaye nava hemû govekada gotûbêj bikin, wê derheq hevkarîya întêgrasîyone nava organîzeyên cudada xeberdin, û wê tabîyên nava organîzeyên navnetewîda jî bidine koordînasîyakirinê. Şuxulkarîya girêdayî pirsgirêka Qerebagêra,  ya ku bi dokûmêntên sêalî, yên serokên Rûsîyayê, Ermenstanê û Adirbêcanê destanî, wê bê lênihêrandinê.

Em hêvîdarin wekî hevraxeberdanên li Moskvayê wê alî kûrbûna hevkarîya tevî Yêrêvanê û qewînbûna herêmê bikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button