Sereke

Pareskerên hêzên Adirbêcanê berbi alîyê tabîyên ermenîye li Sotkê agir kirine û gulebarandina dualî qewimîye

29-ê tebaxê, ji seheta OO:2O-î destpêkirî, hêzên azêrîya bi çekên cûre- cûre agir barandine berbi tabîyên ermenîye li qeza Gêgarkûnîkê, bi taybetî li beşa Sotkê, rûyê çida, piştî bersivdayîna tabîxweykirên ermenî, gulebarandina dualîye întênsîv qewimîye, ya ku nêzîkî du seheta kişanîye.

Seheta O2:25-a avtomaşîna ambûlansê nêzîkî tabîyên azêrîya bûye û piştî wê yekê alîyê ermenî agirkirin daye sekinandinê, mecal daye ku leşkerên azêrîyaye birîndar ji wandera bibin.

Ji alîyê ermenîya zyankêş tunene. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button