Sereke

Rojeva dualîye dewlemend di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda heye: Sêrgêy Lavrov

Ermenîstan tifaqdara Rûsîyayêye û di navbera herdu welatada rojeva dewlemend heye: seredanên dualî, mîyaserkirina projeyên mezin, pêşkeftina hevkarîya êkonomîkî.

Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wextê hevdîtina tevî xwendikarên înstîtûta Moskvayêye dewletêye pêwandîyên navnetewî, gotîye.

“Ev hemû tişt gelekî bi întênsîvî pêşda diçe”,-Lavrov gotîye.

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der usa jî derheqa dew-doza Qerebagêda xeberdaye.

“Hene pevketin, yên ku ji alîyê serokên Rûsîyayê, Adirbêcanê û serekwezîrê Ermenîstanêda hatine îmzekirinê. Ev pevketin pêşnîyarên derheqa vekirina rîya û pêwandîyên êkonmîkîda îzbat dikin.Ev xebat ne ya rojekêye. Bi wê yekêva serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê mijûl dibin”,-Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button