Sereke

Artîlêrîya Îranê nehîyên provînsîya Hewlêrê dane ber topa

Hêzên Îranêye sîlihkirî bi artîlêrîyayê nehîyên provînsîya Hewlêrêye Balakayatê û Sîdakanê dane ber topa. Piştî bombebarandinê, înformasîyayên zelal, yên derheqa zyankêşada, nehatine stendinê.

Ev bombebarandin piştî gefxwerinên nevsên Îranêye leşkerîye derecebilind qewimîn, kîjana eşaretî dabû wekî Têhranê li wan tabîyaxwe, yên ku yên partîyayên kurdên Îranêye opozîsîyonin.

Bobebarandinên giran, yên ku nîv sehetî kişandine, berbi gundê Barbizînê û Bîn Reşkînyanê hatine mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda Kurdistan 24-ê elam kirîye. Rûyê wê yekêda gundîya malên xwe hiştine û dûrketine.

Hukumata Herêma Kurdistanê dijî wan êrîşên li ser têrîtorîya xwe pêşda hatîye, lê pêra jî eşaretî daye komên ku tevî Tirkîyayê û Îranê şer dikin, Herêma Kurdistanê bona xwe çawa bazayên êrîşê nedine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button