Sereke

Ermenîstan jî tevî telîmên leşkerîye “Rojava 2O21” dibe, yên ku li Rûsîyayê û Bêlarûsê derbaz dibin

Li Rûsîyayê, li cîhê telîmaye Mûlîmoyê, heytehola vekirina telîmên leşkerîye stratêcîye “Rojava 2O21” derbaz bûye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine.

Cîgirê wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Nîkolay Pankov daye dîyarkirinê, wekî telîmên tevayî wê mecalê bidin nêzîkbûnên tomerî hazirkin, tradîsîyayêyn tevaîye nû bêne qewînkirinê.Gênêral  usa jî gotîye wekî telîmên leşkerîye “Rojava 2O21” tenê yên parastinêne. Tevî wan telîma dibin  pareskerên Rûsîyayê, Ermenîstanê, Bêlarûsê, Hindistanê, Qazaxstanê, Qirizstanê û Mongolayê.

Tevî telîmên li Rûsîyayê û Bêlarûsê dibin nêzîkî 2OO OOO leşker ,8O teyare û helîkoptêr, hetanî 76O heb têknîka zirihkirî, sîstêmên rokêta û mecalên artîlêrîyayê, usa jî 15 gemî. Opêrasîyonên telîmaye hîmlî wê ji 1O-a hetanî 16-ê îlonê derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button