Sereke

Êrîşên ser Hewlêrê wê hukumî li ser xebata Kurdistanêye dîplomatî nekin

Êrîşên dironaye ser Hewlêrê wê hukumî ser gavên Herêma Kurdistanêye dîplomatî nekin. Derheqa wê yekêda dîplomatê kurd, serokê beşa pêwandîyên hukumata Herêma Kurdistanêye der, Safîn Dîzayî gotîye  BasNews -ê. Êrîşên dironaye ser Hewlêrê ji alîyê welatên cuda-cudada hatine gunehkarkirinê. Safîn Dîzayî daye dîyarkirinê, wekî cedandin tên xebitandinê da ku bûyarên wî cûreyî newekilin.

Roja şemîyê êvarê du dironên bi bombava sîlihkirî êrîş birine ser firegeha Hewlêrê, li kîderê hêzên koalîsîyona navnetewî cîwarbûyîne. Nava encamê êrîşêda, tu kes zyanê neketîye. Zîyana matêrîyalî jî tunebûye. Safîn Dîzayî gotîye, wekî êrîşên wî cûreyî bona wê yekê tên mîyaserkirinê ku halê li Herêma Kurdistanê bidine tevlîhevkirinê, bi taybetî pêşîya hilbijartinên Îraqêye parlamêntîyê. Dîzayî goîtîye, wekî ew êrîş wê hukumî li ser gavên Herêma Kurdistanêye dîplomatî nekin. Çi ku derheqa derxistina hêzên amêrîkîdane, Dîzayî gotîye wekî Amêrîkayê nava doranên dîyaloga stratêcîye tevî Bexdayê qayîlnivîsar îmze kirîye û nava wê yekêda guhartin tunebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button