Sereke

Serokên Tirkîyayê û Adirbêcanê bahê êskalasîya nû fem dikin: pêşezan

Serokên Tirkîyayê û Adirbêcanê îdî gelekî baş fem dikin ku êskalasîya nû dikare çi biha bibe. Derheqa wê yekêda, li ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletê, xebatkarê  înstîtûta  Moskvayêye heleqetîyên navnetewî, serokê laboratorîya şuxulkarîyên sîyasî, Nîkolay Sîlayêv gotîye.

Bi gotina wî, heleqetîyên başe tevî Rûsîyayê çawa bona Tirkîyayê, usa jî bona Adirbêcanê girîngin, nenihêrî wê yekê wekî ew li Qerebagê gihîştine açixîya, lê tabîya Bekûêye sîyasîya der hê ji ya baş dûrtire.

“Heleqetîyên Bekûêye baş tevî welatên Yekîtîya Avropayê tunene, bi taybetî piştî “skandala xavyarê” û cêrge menîyên başqe”,- Sîlayêv gotîye.

Sîyasetmedarê rûs daye dîyarkirinê, wekî roja îroyîn gelek tişt wê yekêva girêdayîne ku Ermenîstanê çawa bersiva wê pirsê bide ku bona çi Rûsîya Ermenîstanêra pêwîste û gelo hêjaye tevî wê tifaqa dualî bidine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button