Sereke

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk:Waşîngtonê kurdên Sûrîyayê tenê nehêle

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kurdên Sûrîyayê daye bawarkirinê, wekî ewê wana tenê nehêlin. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî gotîye.

«Werin em rast bêjin, wekî piştî çûyîna amêrîkîyaye ji Afganistanê meriv tirsîyan»,-Ebdî gotîye The Times-ê. «Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gote me ku Sûrîya ne Afganistane. Ew dibêjin wekî li vir sîyasîke başqe ye».  The Times–ê daye dîyarkirinê wekî fermandarê Ştatên Yekbûyîye herêmî Frênk Makkênzî û alîkarê dêpartamênta ŞAY-ye pirsên Rojhilata Navîn van axirîya rastî Mezlûm Ebdî hatine û dane bawarkirinê,wekî Waşîngtonê piştgirîyê bide wan.

Heger Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî eskerê xwe ji Kurdistana Sûrîyayê derbixe, wî çaxî qezîya heye ku ne tenê DAÎŞ, lê usa jî Tirkîya û rêjîma Sûrîyayê êrîşa bibin ser kurda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button