Sereke

Paşînyan qewilên derheqa destpêkirina şuxulkarîya kifşkirina sînorada daye dîyarkirinê

Me derheqa hazirîya xweye bona kifşkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda elam kirîye. Bi fikira min, gerekê piştî sazkirina qewilên anegor wê yekê destpêkin. Paşdavegerandina dîlên ermenî pirseke girînge. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Pêşîya hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê ez hazirim hemû xerîta hildim, yên ku qezîya hûmanîtarî raber dikin, û hêvîdarim wekî serokê Adirbêcanê wê tevî xwe hemû dîlên ermenî bîne.

Gerekê tenê wan meriva hesab hilnedin, derheqa dîltîya kîjanada bi fermî  hatîye îzbatkirinê, lê wan welatîyên me jî, yên ku bi înformasîyonên me li Adirbêcanêne, lê derheqa girtina wanda tu tişt nehatîye îzbatkirinê.Em gerekê rojeva qebûlkirî mîyaserkin û vî alîda vekirina rêyên herêmê gelekî girînge”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button