SerekeSîyasî

Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî Vladîmîr Pûtîn qise kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr, girêdayî roja bûyîna serokê Rûsîaye Vladîmîr Pûtînra, ew pîroz kirîye, jêra saxlemîya baş û açixî xwestine. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan û cimeta ermenî cedandinên serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn û rola wîye nava karê xweyîkirin û qewînbûna aşîtîya li herêmê bilind qîmet dikin û bona guhdarîya wîye hindava Ermenîstanê da  razalixî elam kirîye.

Serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn bona pîrozbahîyê razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya girîngîyê dide hevkarîya sixe tevî tifaqdara stratêcî Ermenîstanê.

Pirsên derheqa rojeva heleqetîyên ermenîya-rûsada hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa hale li herêmê û bûyarên herêmê da çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button