Sereke

Wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der rastî hevdu hatine

Li paytextê Bêlarûsê-Mînskê, bi înîsîyatîva alîyê rûsa, hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên derbaz bûye.

Pirsên derheqa dew û doza Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê û nava wanda xeberdan usa jî derheqa mîyaserkirina elametîya 9-ê mijdarêye sêalîda çûye.

Ararat Mîrzoyan cedandinên Rûsîyayêye navçîgarîyê bilind qîmet kirîye, girêdayî agirbestê û çareserkirina bêqezîyabûna ermenîyên Arsaxêra.

Bi wê yekêva tevayî, Mîrzoyanê wezîr guhdarîya alîya teglîfî li ser wê yekê kirîye, wekî hinek xalên elametîya 9-ê mijdarê nehatine mîyasekirinê û nava vê hemtêkstêda ewî derheqa pêwîstîya lez paşdavegerandina dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîlda xeberdaye.

Bi xeberdana derheqa hevdîtina li Nyû Yorkê, ya bi navçîgarîya hemsedirên koma Mînskê, Mîrzoyanê wezîr careke mayîn îzbat kirîye, wekî helkirina pirsgirêka Qerebagê gerekê nava doranên formata hemsedirtîya koma Mînskêda bê helkirinê, li ser hîmê prînsîpên eyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button