Sereke
“Fonda xêrkirinêye Barzanî” alîkarîya doxtirîyê gîhandîye Rojavayê
18-ê cotmehê “Fonda xêrkirinêye Barzanî” alîkarîya doxtirîyê gîhandîye Rojavayê, Kurdistana Sûrîyayê.
Ew alîkarî bahê 542 000 dolara ye, ya ku bi hevkarîya tevî teşkîletên almanîye xêrkirinê hatibû teşkîlkirinê.
Eşîyayên doxtirîyê wê pareveyî ser xestexwenên Rojavayê bikin.
Em bêjin, wekî ev fonda kurdî alîkarîyê dide mihacirên li navxweyî û ew merivên ku ji sala 2O14-da, rûyê kirinên DAÎŞ-da, cîh û warên xwe hiştine û çûne Kurdistana Îraqê.
Niha “Fonda xêrkirinêye Barzanî” piştgirîya hûmanîtarî dide kurdên ji Kurdistanê der jî.Pêşda jî fondê dîsa alîkarîya doxtirîyê û eşîyayên mayîn biribûne Kurdistana Sûrîyayê.