Sereke

Li Ermenîstanê wê wekîltîya Papê Romayê bê vekirinê

27-28-ê cotmehê sêkrêtarê Papê Romayêyî pirsên tomerî Êdgar Pênîya Para wê bi seredana fermî bê Ermenîstanê. Ewê tevî vekirina wekîltîya  Kursîya Pîroz, ya li Ermenîstanê, bibe. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

27-ê cotmehê hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û sêkrêtarê Kursîya Pîroz Êdgar Pênîya Para wê derbazbe.

Nava doranên seredana fermîda hevdîtinên tevî serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, Nîkol Paşînyanê serokwezîr, patrîyarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duem têra hatine dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button