
“PKK-ê tu cara nexwestîye tevî rêjîma Sûrîyayê û malbeta Esed nava heleqetîyên xirabda be”,- lîdêrekî PKK-ê Cemîl Bayîk gotîye.
Cemîl Bayîk endamê şêwira KCK-ê ye, dikeve nava kîjanê usa jî PKK. Derheqa wê yekêda ewî gotîye “Al Arabiya Al Jadeed”-ê, wekî heleqetîyên di navbra PKK-ê û rêjîma Sûrîyayêda yên dîrokî û qewat bûne.
“Heger ew pêwandîyên xwe nedine girtinê, emê bi xwe wê yekê nekin”,-ewî gotîye.
Bi şirovekirina tabîya negatîve ji alîyê rêjîma Sûrîyayêda, ya hindava PKK-da, Bayîk gotîye wekî PKK wê dewsa wê yekê bersivê nede.
Wextê hevpeyvînê Cemîl Bayîk daye dîyarkirinê, wekî PKK qedirê pêwandîyên di navbera Ocalan û malbeta Esed digre.







