SerekeSîyasî

Tirkîya hazir dibe ku li bakûrê Sûrîyayê du opêrasîyonên leşkerî destpê bike

Eskerê Tirkîyayê hazir dibe li Sûrîyayê du opêrasîyona derbas bike. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî hemû paresker li ser hazirîya şerkarîyêne û ew emirkirin ji Enqerê hatîye stendinê.Hatîye gotinê, wekî esker li ser çend alîyên li provîsîya Îdlîbê pareve kirine, li çend gundên nehîyên Marîyê û Ezazê, nêzîkî bajarê Manbîcê, usa jî li ser sînorên Qamişloyê û Hesekê.

Anegorî înformasîya stendî, pareskerên bin serkarîya Tirkîyayêda hazir dibin carekêra du opêrasîyona destpê bikin: li bakûr-rojavayê Îdlîbê bona piştgirîya komên wane li wir û usa jî li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê, dijî hêzên Sûrîya Dêmokratîk.

Çawa bersiva wê pirsê ku kengê ev opêrasîyon wê destpê bin, kanîya înformasîyon daye zelalkirinê, wekî ev yek dikare nişkêva her dem destpêbe. Lê ew yek dikare piştî hevdîtina serokê Tirkîyayê Êrdogan û serokê ŞAY Co Baydên biqewime. Qesira Sipî derheqa wê hevdîtinêda tu tişt nedaye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button