H’emû nûçeSereke
Armên Sargsyan tevî Co Baydên, Êmanûêl Makron û serokên cêrge welata qise kirîye /vîdêyo/
Nava doranên civîna Organîzeya Netewên Yekbûyîye li Glazgoyê, ya pêşkêşî konvênsîya derheqa guhartina kilîmayê da, axaftinên serokên welata û hukumata wê berdewam bibin.
Meremê hemcivîna Glazgoyê ew e, ku bernama tevayî, ya şerkarîya dijî guhartina kilîmayê, hazir bikin.
Îro axaftina serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan jî têra hatîye dîtinê. Pêşîya wê yekê qisên serokkomarê ermenîstanê tevî serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên, serokê Franîsyayê Êmanûêl Makron, kanslêra Almanîyayê Angêla Mêrkêlê, Padişê Monakoyê Albêrtê Duem, Emîrê Qeterê Şêx Tamîm Bîn Hemed Al Tanî û serokên cêrge welatên mayîn derbaz bûne.