H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan dêlêgasîya bi serkarîya cîgira sêkrêtarê ŞAY-yî dewletê qebûl kirîye

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan dêlêgasîya bi serkarîya cîgira sêkrêtarê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî dewletê Êrîka Olson qebûl kirîye, nava kîjanêda bûne usa jî hemsedirên koma Mînskêyî amêrîkî Êndryû  Şofêr, cîgirê admînîstratorê ajansa pêşkeftina navnetewî Alêksandr Sokolovskî û nevsên fermîye mayîn.Wextê hevdîtinê usa jî bayloza  Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê Lînn Trêysî hazir bûye.

Bi silavkirina mêvana, cîgirê serokwezîr piştgirîya ji alîyê Ştatên Yekbûyîda bilind qîmet kirîye û pirsgirêkên piştî şêr raber kirine.

Tevbûyên hevdîtinê derheqa girîngîya mîyaserkirina bernamên cuda-cuda dane dîyarkirnê. Xeberdan usa jî derheqa rola koma Mînskêye nava helkirina pirsgirêka Qerebagêda çûye. Mihêr Grîgoryan derheqa pêwîstîya paşdavegerandina dîlên ermenîda xeberdaye.

Cîgira sêkrêtarê ŞAY Êrîka Olsonê derheqa hazirîya Ştatên Yekbûyî da daye dîyarkirinê, ku ew hazirin piştgirîyê bidin ku pirsên hûmanîtarî lez bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button