SerekeSîyasî

Lîdêrên Kurdistanê êrîşa ser Kazimî gunehkar kirine

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser serokwezîrê Îraqê mîyaserkirî gunehkar kirîye.
“Ev kirina têrorîstî bûyareke bi qezîyaye, ya ku bona bêqezîyabûn û qewînbûna welêt qezîyayê raber dike. Ez bangî hemûya dikim, ku xwezeftkirinê bidine kifşê û gavên başqe neavêjin”,- Barzanî Twittere-da nivîsîye.
Lîdêrê kurdî eyan, serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî êrîşa ser serokwezîrê Îraqê gunehkar kirîye û bang kirîye, ku gavên anegor bêne avîtinê bona ku êrîşên têrorîstîye wî cûreyî pêşerojêda neqewimin. Mesûd Barzanî derheqa girîngîya serbixwetî û qewînbûna Îraqêda gotîye û bona birîndara qencbûna lez xwestîye.
Bi gunehkarkirina kirina têrorîstîva usa jî serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşda hatîye: “Ez wê êrîşa têrorîstî gunehkar dikim ya ku bi alîkarîya dirona birine ser cîhê mayîna serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî. Em piştgirîya wî dikin û piştgirîyê didine cedandinên wîye bona qewînkirina dêmokratîyayê, qanûndarîyê û qewînbûna li welêt”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button