H’emû nûçeSereke

Paşînyanê serokwezîr koordînatorê ONY li Ermenîstanê Şombî Şarp qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr koordînatorê Organîzeya Netewên Yekbûîyî li Ermenîstanê Şombî Şarp qebûl kirîye, yê ku mîsîya xweye li Ermenîstanê îdî ser hevda anîye. Armênprêssê ragîhandîye,wekî serokwezîr xebata birêz Şarpe kirî bilind qîmet kirîye, bi saya kîjanê di navbera sîstêmên Ermenîstanê û Organîzeya Netewên Yekbûyîda hevkarî pêşda çûye. Nîkol Paşînyan piştgirîya organîzeyêye bona altkirina encamên koronavîrûsê girîng hesab kirîye û bi yazixî gotîye, wekî piştgirîya organîzeyêye hûmanîtarî nagihîje  cimeta Qerebagê.

Şombî Şarp razalixî elam kirîye, bona qîmetkirina xebatê û daye dîyarkirinê, wekî bona wî qedirekî mezin bû, ku li Ermenîstanê qulix bikira û ew bi bîranînên germ ji Ermenstanê diçe.Ewî hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û organîzeyêda  bilind qîme kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button