H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dîsa derba dighîne şuxulkarîya mîyaserkirina pevketinên destanî

Adirbêcan dîsa derba dighîne şuxulkarîya mîyaserkirina pevketinên destanî, nava wêda usa jî azabernedana dîlên ermenîye leşkerî. Ew yek ne tenê dijî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-ye, lê usa jî teribandina mafê hûmanîtarîyî navnetewîye. Derheqa wê yekêda, wextê civîna onlayn, ya serokên hukumatên Welatên Hevalbendîya Serbest, cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye.

Bi dayîna bersiva  elametîya serokwezîrê Adirbêcanê Elî Esedov, ewî gotîye, wekî xalên elametîyên 11-ê mijdara sala 2O2O-î û elametîya 11-ê çileya sala 2O21-ê tên tevlîhevkirinê, û Adirbêcan fikira « sivderê» bi zanebûn dide xebatê, ya ku bi gefxwerinên xebitandina qewatêva tê rêberkirinê.

«Pirsgirêka Qerebagê nikare bi rêya qewatê bê helkirinê. Helkirina pirsgirêkê dikarin tenê bi rîya hevraxeberdana helkin, bi taybetî nava doranên koma Mînskêda.

Bona milahîmkirina hal û bona ku bikevine nava êtapa pêşdaçûyîna edil, pêwîste ku Adirbêcan tabîya çêkirinê bide pêşîya xwe, ji seyaseta hiznekirinê, propaganda agrêsîv û kirinên dijminatîyê paşda bisekine»,-cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button