H’emû nûçeSereke

14-ê mijdarê Adirbêcan bi têknîka zirihkirî ketîye têrîtorîya Ermenîstanê

Şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî 14-ê mijdarê roj seheta 1-ê, li ser parçê sînorê ermenîya-azêrîyayî alîyê rojhilatê, hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî, bi piştgirîya têknîka zirihkirî, ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe.Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî piştî hevraxeberdana hêzên azêrîya careke mayîn ji têrîtorîya Ermenîstanê derketine, lê hêzên ermenîya ji çar tabîyên xwe dûr ketine.

“Rûyê kirinên Adirbêcanêda çar tabîyên hêzên Ermenîstanê ketibûne nava hesarê. Nava encamên hevraxeberdanada têknîka azêrîya û hêzên wan ji têrîtorîya Ermenîstanê derketine, lê hêzên ermenîya jî ji wan çar tabîya dûr ketine.Li wê beşên sînor, leşkerên azêrî mane, yên ku hê meha gulanê ketibûne têrîtorîya Ermenîstanê.

Behsên derheqa wê yekêda ku serokatîya Ermenîstanê emir kirîye ku berxudanê nedike kifşê, yên ne anegor rastîyêne. Şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê teslîmî organên anegor kirîye ku lêpirsînê derbazkin.

Şêwira bêqezîyabûnê guhdarîya Fêdêrasîya Rûsîyayê, teşkîleta Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û civaka navnetewî teglîfî ser kirnên Adirbêcanêye agrêsîv dike û dide kifşê, wekî ev kirin dijî serbixwetîya Ermenîstanêne û dijî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-ye sêalîne”,- nava elametîya şêwira bêqezîyabûnêda hatîye gotinê.

Nava elametîyêda usa jî bang ji  koma Mînskê hatîye kirinê, ku cedandina aktîv bikin, bona ku pirsgirêka Qerebagê bi rêya edil bê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button