SerekeSîyasî

ŞAY wê hazirîya xweye leşkerî li Sûrîyayê xweyke

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê hazirîya xweye leşkerîye li Sûrîyayê xweyke bona ku tunekirina DAÎŞ-ê bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda  rûpelê Twittere da, ya baylozxana ŞAY-ye li Sûrîyayê, hatîye nivîsarê.

“DAÎŞ bona cimeta Sûrîyayê û usa jî bona bêqezîyabûna Ştatên Yekbûîye miletîyê qezîyaye.Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê hazirîya xweye leşkerîye li Sûrîyayê xweyke, bona ku tunekirina qezîya ji alîyê DAÎŞ-ê da bide çareserkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Ev elametî piştî wê yekê hate belavkirinê, wextê ku 8-ê mijdarê prêssa Sûrîyayê elam kir, wekî Ştatên Yekbûyî eskerê xwe ji firegeha Harb Al Cîhê, li  nêzîkî Hesekê, derdixe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button