SerekeSîyasî

Serhevdahatina mîsîya şerkarîyê: koalîsîyon têknîka leşkerî dide hêzên Îraqî

Koalîsîyona navnetewîye bi serkarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî 18-ê kanûnê têknîka xweye leşkerî daye eskerê Îraqê, girêdayî wê yekêra, wekî ewê mîsîya xweye şerkarîyêye li welêt, anegorî hevraqayîlbûna di navbera Waşîngtonê û Bexdayêda, îdî ser hevda anîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî komîsîya îraqîye leşkerî li baza avîyasîyone “Ayn Al Esed” ê qesidîye, bona ku tênîka leşkerî qebûlke.

Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên û serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî meha tîrmehêda rastî hevdu hatibûn û pevketibûn, wekî mîsîya  Ştatên Yekbûîye şerkarîyêye li welêt, îdî ser hevda hatîye. Hevdîtin nava doranên dîyaloga stratêcîda, ya di navbera Bexdayê û Waşîntonêda derbaz bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button