H’emû nûçeSereke

Lavrov: kurdên Sûrîyayê gerekê li ser tabîya prînsîpyal cîhê xwe bigrin

Bi fikira dîplomatê rûs, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê zûtirekê ji Sûrîyayê herin, li kîderê ew roja îroyîn diha gelekî rastî problêma tên, lê ne ku karê distînin. Amêrîkî nikarin hemû strûktûrayên jîyanê bidine çaraserkirinê û bo wê yekê jî berevbûna mihacira û têrorîsta pêşda tên. Derheqa vê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî  karên  der Sêrgêy Lavrov gotîye.

Bi gotina wezîr, kurdên Sûrîyayê gerekê tê derxin ku li kîjan alî bisekinin û pêra jî li ser tabîya hişk bisekinin.

«Ez gumanim, wekî kurd gerekê li ser tabîya prînsîpyal cîhê xwe bigrin.Em hazirin nava vê yekêda alî wan bikin. Ew tên cem me. Van axirîya xanim Ahmed ji navê şêwira Sûrîyayêye dêmokratîk li cem me bû»,- ewî gotîye.

Lavrov usa jî daye dîyarkirinê, wekî hêja nîne ku Tirkîya bona hevraxeberdanên tevî lîdêrên kurd xemgînbe.

«Em hevkarên xweye tirkra şirove dikin, wekî em naxwezin tiştên nêgatîve bona Tirkîyayê pêşda bikişînin.Em dixwezin ku qedirê serbixwetîya Sûrîyayê bê girtinê û paşê berjewandîyên miletên kêmjdimar hesab hildin. Eva qewilekî pêşine»,- Lavrov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button