H’emû nûçeSereke

Paşeroja ne derengda em li herêma me rastî pirsgirêka têrorîstên bîyanî hatine: Paşînyan

Înformasîya derheqa wê yekêda ku li Qazaxstanê têrorîstên navnetewî tevî wan bûyara bûne, nerihetîyê û xemgînîyê pêşda tîne.Anegorî înformasîya Armênprêssê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Koloêktîv gotîye.

Em dîsa rastî qezîyayên cûrên nû tên. Halê li Qazaxstanê nerihetî û xemgînîya cuda pêşda tîne, bi hesabhildana wê yekê, wekî înformasîya derheqa wê yekêda heye ku têrorîstên navnetewî tevî wan bûyara dibin. Paşeroja ne derengda em li herêma me rastî pirsgirêka têrorîstên bîyanî hatine”,-Nîkol Paşînyan gotîye.

Serokwezîrê Ermenîstanê bi hêvîdarî gotîye, wekî cedandinên organîzeyê wê alî bikin ku nava wedê kurtda li Qazaxstanê jîyana herroje bê dasekinandinê.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî pirseke organîzeyêye girîng ewe, ku mêxanîzmên  dayîna bersiva halên krîzeya bidine qewînkirinê.Bi gotina serokwezîr, bi wî meremî gerekê cedandinên welatên edamên organîzeyê bêne mezinkirinê.

Bi tomerîkirina encamên civînê, Nîkol Paşînyan gotîye, wekî hevfemkirina girêdayî halê  Qazaxstanêra li ser dereca bilinde û opêrasîyonên organîzeêye li Qazaxstanê bona qewînkirin û normalkirina jîyana welêtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button