
Êvara yekşemê li du bankên kurdîye li Bexdayê teqîn qewimîne, nava encamê kîjanada du meriv birîndar bûne.
Qulixdarîya Îraqêye bêqezîyabûnê ev înformasîya îzbat kirîye û elam kirîye, wekî hêzên bêqezîyabûnê lêpirsîn destpê kirine.Ev êrîş dijî banka cîhanê û banka Kurdistanê hatine mîyaserkirinê.
Nava encamê teqînada zîyana mezin gihîştîye avaya û avtomaşînên li ber avaya.
Tu komekê yan jî organîzeyekê cabdarîya vê yekê hilnedaye ser xwe, lê koma DAÎŞ-ê nava wê yekêda bin şikberîyêdane.