SerekeSîyasî

Têrorîstên DAÎŞ-ê çar binelîyên edile li Salhedîna Îraqê ceza kirine

16-ê meha çile têrorîstên DAÎŞ-ê çar binelîyn edile ji Semarê, li provînsîya Îraqêye Salhedînê kuştine.Ev yek piştî revandina wan, piştî çend seheta, qewimîye.

Prêssa Îraqê hema wê rojê elam kiribû, wekî çekdarên DAÎŞ-ê pênc mesîgir revandine.Bona  dîtina wan hêzên bêqezîyabûnê rakirine ser pîya.

Ji wan merivên revandî, yekîra li hev hatîye bireve, lê yên mayîn êvara yekşemê kuştine.

Anegorî melûmetîyên wezîreta Kurdistana Îraqêye pêşmerga, anegorî hesabên sala 2O21-ê, sala derbazbûyî DAÎŞ-ê li nehîyên Îraqêye cuda-cuda 25O heb kirinên têrorîstî mîyaser kirine, nava encamên kîjanada 387 meriv hatine kuştinê, 518 birîndar bûne, lê 37 jî bêser-berate unda bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button