H’emû nûçeSereke

Peyama serxweşîyê

Duh behseke nebixêrîyê ji Kurdistana Başûr gihîşte me.Em pê hesîyan, wekî serokê Navenda Rewşenbîrî ya Lalişê û rawêjkarê Hukumeta Herêma Kurdistanê, yê bo karûbarên êzidîyan, birêz Şêx Şamo koça xweye dawî ji vê dinîyayê kirîye.

Şêx Şamo hin li Kurdistanê û hin jî ji welêt der merivekî naskirî û xweyê qedirekî giran bû. Welatparêzî û milethizî li cem wî bi kar û barên wîva kifş bû.

Şêx Şamo hîmdarekî Navenda Rewşenbîrî ya Lalişê bû. Ew  endamê Parlamêntoya Kurdistanê bû.  Paşê ew di kabîneya nû ya Hukumeta Herêma Kurdistanê da şêwirmendê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, yê bo karûbarên êzdîyan bû.

Emekê wî nava gelek bernamada dîhar bûye. Xêncî xebatên li welêt, pêwandîyên wî usa jî tevî dîasporayên milet, yên li welatên cuda-cuda, hebûn. Guhdarîya wî usa jî li ser îdarên dîaspora meye li Ermenîstanê bû, li ser radyoya kurdî û rojnama kurdîye “Rya Teze”. Lê mixabin gelek programên wî jî nîvcîh man.

  Em, xebatkarên beşa radîoya Yêrêvanêye axaftinên kurdî, serxweşîyê didine  temamîya serokatîya Herêma Kurdistanê: serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk birêz Mehsûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî. Em serxweşîyê didine malbata wî, qewim-pismam, heval û hogirên wî.  Bila serê wan saxbe, bila serê  milet saxbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button