H’emû nûçeSereke

Davît Babayan: êrîşa Adirbêcanêye li ser Qrebagê wê bide kifşê ku êrîşê dibine ser Rûsîyayê

Tu kes nikare garantîyayê bide, ku şerê nû wê tunebe, lê niha mecala wî cûreyî gelekî biçûke. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye.

Wezîr daye dîyarkirinê, wekî êrîşa berfirehye ser Ermenîstanê wê bide kifşê, wekî êrîşê dibine ser Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv.

“Me bûyarên van dawîyaye li Qazaxstanê û bersiva Organîzeya Kolêktîv dît. Feqet, heger êrîşê bînin ser Ermenîstanê, wî çaxî here kêm wê bersiva Rûsîyayê hebe, bi taybetî heger Tirkîya jî bighîje Adirbêcanê.Çi ku derheqa mecala êrîşa ser Qerebagêdane, wî çaxî ez bêjim, wekî aşîtî û qewînbûna li wir, aşîtîparêzên rûs xweyî dikin. Êrîşa ser Arsaxê wê bide kifşê, wekî êrîşê dibin ser aşîtîparêzên rûs û Rûsîyayê. Ew yek wê bibe şerekî başqe. Ew yek wê nebe  şerê Adirbêcanê, Arsaxê û Ermenîstanê.Ez nafikirim, wekî Adirbêcan wê yekê fem nake”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button