H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê roja eskerê Ermenî tê kifşkirinê

28-ê meha çile, li Ermenîstanê roja eskerê Ermenî tê kifşkirinê. Sala 1992-a, 28-ê meha çile hukumatê qirara dîrokî qebûl kir, bi kîjanê derheqa damezirandina eskerê Ermenîye Miletîyê hate elamkirinê.Çawa wezîrê Ermenîstana serbest, yê ewlin, Vazgên Sargsyan hate kifşkirinê, yê ku 27-ê meha cotmeha sala 1999-a li parlamêntê ji alîyê têrorîstada hate kuştinê.

Sala 2OO2-a parlamênta Ermenîstanê nava qanûna derheqa rojên cejina û bîranînada zêdekirin kirin, anegorî kîjanê roja eskerê Ermenî kirine roja nexebatê.

Roja îroyîn serokatîya Ermenîstanêye derecebilind û fermandarîya eskerê ermenî, wê li pantêona leşkerî biqesidin, qedirê bîranîna lawên ermenî bigrin, yên ku emirên xwe bona serbestîya welêt dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button