Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û spîkêra parlamênta Kurdistanê Rêvaz Faîk tevî teşkîldarîya pêşkêşî qedirgirtina bîranîna wan cangorîya bûne, yên ku 18 sal pêşda li Hewlêrê nava encamê kirina têrorîstîda bûne cangorî.
1-ê sibata sala 2OO4-a du têrorîsta êrîş birine ser ofîsên partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanêye li Hewlêrê. Nava encamên wan herdu teqînada ji sedî zêdetir meriv, nava wanda usa jî endamên herdu partîyayên navdar, bûne cangorî.
Li parka Samî Ebdul Rehman tacê kulîlka danîne ber heykelê bîranînê.